Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Haîtiyê ji ber erdhejê herî kêm 304 kes mirin

Li başûrrojavayê Haîtiyê ji ber erdheja bi giraniya 7.2 pileyî herî kêm 304 kesî jiyana xwe ji dest dan

Li gorî Enstîtuya Jeofîzîk a Emerîkayê, sibeha Şemiyê li bajarê Saînt Loûîs du Sûd ê li başûr rojavayê Haîtiyê bi 12 kîlometreyî li binê erdê bi mezinahiya 7.2 pileyî erd hejiya. Hate ragihandin ku navenda erdhejê qadek bi 160 kîlometreyî dûrî paytext Port aû Prînce ye. Nîvê başûr rojavayê welêt ji ber erdhejê hejiya.

Li gorî Parastina Sivîl di erdhejê de herî kêm 304 kesî jiyana xwe ji dest dan. Serokwezîr Arîel Henry bang li jin û mêr ên Haîtiyî kir ku piştgiriya hev bikin.

Bajarê Jeremîe, ku nifûsa wê 200 hezar kes e û weke bajarê helbestvanan tê naskirin, xisareke mezin lê bû. Ajansa Atmosfer û Okyanûsê ya Neteweyî ya Emerîkayê berê alarma tsûnamî da, piştre jî alarm rakir.

Haîtî welatê herî xizan ê li parzemîna Emerîkayê ye. Di erdheja mezin a Çileya 2020'î de paytext û gelek bajar xera bûbûn û zêdeyî 200 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber erdhejê zêdeyî 300 hezar kes birîndar bûbûn û zêdeyî milyonek mirov jî bêmal mabûn.

Li gel erdhejan gelek caran tofan li vî welatî radibin û di nava deh salên derbasbûyî de bû sedema krîzeke giran a sosyo-polîtîk.