Li gorî Îranê zextên aborî wê îxracata petrolê ranewestînin!

Wezîrê Petrolê yê Îranê Bîjan Zangeneh got, zextên aborî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wê nikaribin îxracata petrolê ya Îranê rawestînin.

Zextên aborî yên DYA'yê yên li ser sektora petrolê ya Îranê 4'ê Mijdarê wê dest pê bikin. DYA bi rengekî fermî diyar dike ku armanca van zextên aborî ew e ku dawî li destwerdana Îranê ya li Sûriyeyê û Iraqê bîne û di mijara muzakereyên peymana nukleer de moşekên balîstîk jî lê werin zêdekirin.

Li gorî ajansa nûçeyan Tasnîmê Wezîrê Petrolê Zangeneh got, "Heta ku Amerîka bi zextan Îranê bike hedefa xwe volatîlîte ya li piyaseya petrolê wê berdewam bike" û domand, "Wê nikarin îxracata petrolê ya Îranê rawestînin."

Raqîbê mezin ê petrolê yê Îranê Siûdî ragihand ku rojane hilberandina petrolê ji 10.7 milyon warîlî dikarin hildin 12 milyon warîlî.