Li Gabonê hewldana darbeya leşkerî

Li Gabonê, leşkeran dest danîn ser radyoya dewletê û ji bo darbeyê bang kirin.

Efserên Gabonî roja Duşemê dest danîn ser radyoya neteweyî û hewl dan darbeya leşkerî bikin. Leşkeran nerazîbûn nîşanî axaftina Serokkomar Alî Bongo dan ku sersalê kiribû.

Leşkeran xwe bi navê "Tevgera Hêzên Ewlekarî û parastinê ya Welatparêz a Gabonê" îlan kirin. Berpirsyarê wan albay Kelly Ondo Obîang ji bo axaftina Alî Bongo got, "Fikar zêde kirine ku kapasîteya xwe ya li ser dewamkirina berpirsyariyên Serokkomariyê nîne."

Obîang diyar kir, ev darbe li dijî "Yên ku şeva 31'ê Tebaxa 2016'an ciwan bi namerdî kuştin" hatiye kirin. Wê şevê, li dijî jinûve hilbijartina Alî Bongo ku cihê nîqaşê bû, çalakiyên protestoyî hatibûn kirin.

Li gorî çavkaniyekî hikumetê, ji derdora televîzyona neteweyî dengê çekan hate bihîstin. Heman çavkanî diyar kir, darbekar komeke biçûk a leşkeran e.