Li Fransayê du melayên ku dijminatiya jinan kirin ji kar hatin standin

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanîn du melayên ku di weazan de digotin, ''şeytan ketiye dilê wan'' an jî ''serî didin tewandin'' ji peywirê hatin standin. Mizgefteke ku jinan nakin mizgeftê jî di hedefê de ye.

Li gorî nûçeya taybet ku rojnameya Le Fîgaro piştî weazên ku 'ziyanê didin wekheviya zayendî'', Wezîrê Navxwe Gerald Darmaîn heftiya bihurî bang li rêveberiyên organînên mizgefa Ennour ya li (herêma Hauts-de-Seîne) ya li Gennevîlîersê û ya Attakwa a li Saînt-Chamond ku werin walîtiyê.

Melayê mizgefta Gennevîllîersê ji peywirê hate standin û hate diyarkirin destûrê rûniştinê ya melayê mizgefa din nayê dirêjkirin.

Mizgefta Roubaîxê ji ber ku ji serê hêla korona û wir ve qedexe kiriye ku jin lê nimêj bikin di hedefa Wezareta Navxwe de ye.

Tê diyarkirin mizgeftê Gennevîlîersê jinan bi bêheyabûnê sûcdar dike.

Li pişt melayê mizgefta Genvîlîersê desteka medyaya Tirk derket. Serwîsa Fransî ya Ajansa Anadoluyê, ku berdevka rejîma AKP-MHP'ê ye, cih da ropartaja melayê bi navê Mehdî û got li torên civakî gelek kes destekê didin melê. Eynî ajansê got keşeyê dêrê jî gotinên zayendîparêz bi kar tîne lê eynî helwestê li dijî wan nayê nîşandan.