Li Fransayê 160 hezar kes qerta derzîlêdanê protesto kir

Li tevahiya Fransayê li dijî qertên derzîlêdanê li 168 navendan çalakî çêbûn û 160 hezar kes tevlî van çalakiyan bû.

Li gorî Wezareta Navxwe ya Fransayê şemiyê li 168 bajaran çalakiyên protestoyî bûn.

Li gorî Wezareta Karê Navxwe 161 hezar kes tevlî çalakiyên protestoyî bûn, ku bi dirûşmeya, ''Ji bo azadiyê'' û ''li dijî dîktatoriya tendiristiyê'' pêk hatin. 17'ê Tîrmehê dîsa bi asta netewî çalakî hatibûn kirin û 114 hezar derketibûn qadan.

Çalakiyên mezin li Paris, Marsîlya, Nîce Montpellîer bûbûn. 11 hezar kes tevlî meşa li Parîsê bûn. 17'ê Tîrmehê jî 18 hezar kes li Parîsê kom bûbûn.

Qerta derzîlêdanê dibe sedema helwestan. Hin kes vê weke sînordarkirina azadiyê dibînin, hin kes bi guman nêzî dibin û gelek kes jî ji teoriyên komployê bawer dikin.