Li Fasê lehî rabû: herî kêm 11 kes mirin, 9 kes winda bûn

Li başûrê Fasê lehî rabû. herî kêm 11 kes mirin, 9 kes jî winda bûn.

Ji roja Înê û vir ve li 17 herêm û wîlayetên Fasê baran dibare ku bû sedema lehiyê.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir Rachi El Khalfi diyar kir ku ji ber barana zêde û rabûna lehiyê li wîlayeta Tatayê 7 kes, li wîlayeta Tiznitê 2 kes, li Erradşidiayê jî 2 kes bi giştî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku li herêmên Tata, Erraşidia û Tarudantê 9 kes winda bûn.

Berdevkê wezaretê got, "Barana ku di nava du rojan de bariya normal salekê dibariya."

Berdevk diyar kir ku li welêt 40 xanî hilweşiyan, zerar li 93 rê, xetên elektrîk û telekomunîkasyonê bû.

LEHIYÊ BANDOR LI CEZAYÎRÊ JÎ KIR

Li gorî dîmenên li medya dîjîtal hatin weşandin, li Cezayîrê jî barana zêde bandor li herêmê çolê yên mîna Sahrayê kir.

Li gorî Parastina Sivîl a Cezayîrê 2 kesên li ber avê ketin winda ne û lêgerîna li wan dewam dike.