Li Ewropayê çalakiyên ji bo berxwedana Leyla Guven didomin

Li Ewropayê, çalakiyên ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya Leyla Guven didomin. Di çalakiyan de hate ragihandin, daxwazên Leyla Guven daxwazên gelê Kurd e."

Li Ewropayê, çalakiyên ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya Leyla Guven didomin. Di çalakiyan de hate ragihandin, daxwazên Leyla Guven daxwazên gelê Kurd e."

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê mîtîngek hate lidarxistin. Hevberdevka HDK Berlînê Zubeyde Bîlget li qada mîtîngê axivî û got, "Leyla Guven xwe nakuje, lê ji aliyê faşîzmê ve tê kuştin. Guven daxwaza çi dike? Dixwaze jiyaneke însanî û bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd." Mîtîng bi dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye", "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

KOLN:  Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi heman armancê çalakiyek pêk hat û li gle wêneyên Leyla Guven pankartên bi nivîsên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatin hildan. Çalakgeran ji mirovên li derdorê re qala armanca çalakiya Leyla Guven kirin û belavok belav kirin.

HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê, komek ji jinan ji bo balê bikişînin rewşa krîtîk a tenduristiya Guven çalakiyek kirin. Jin li navenda sûkê bi vê armancê ketin hundirê qefesê û işaret bi tecrîdê kirin. Her wiha li ser armanca çalakiya xwe belavok belav kirin. Di çalakiyê de dirûşma "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me hemûyan e" hate qîrîn.

CENEVRE: Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê meşek hate organîzekirin. Kurdistanî li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê li hev civiyan û bi posterên Ocalan, alên PKK'ê û bi qîrîna dirûşmên ji bo Leyla Guven û Ocalan meşiyan. Di dawiyê de jî li ber strasyona trenê ya navendî mîtîngek hate lidarxistin.

BERN: Li paytexta Swîsre Bernê jî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Bahnhofplatzê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî yên der barê grevên birçîbûnê hatin xwendin.

ZURÎCH: Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li ber strasyona trenê ya navendî ya bajarê Zurîch ê Swîsreyê pankarta bi nivîsa "Dem dema serîrakirinê ye li dijî tecrîdê" vekirin. Ciwanan ji bo balê bikişînin ser tecrîdê û grevên birçîbûnê belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin.

AARAU: Li bajarekî din ê Swîsreyê, li Aaraû, ciwanan li ber strasyona trenê ya navendî tecrîd protesto kirin. Ciwanan diyar kirin, heta ku daxwazên Leyla Guven bi cih bên anîn, wê çalakiyên xwe bi rengekî bê navber bidomînin.

KANADA: Li bajarê Toronto yê Kanadayê, greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Kurdistaniyê bi navê Yûsûf Îba di roja 9'an de ye. Li Torontoyê civîneke gel hate lidarxistin û bang hate kirin ji bo çalakî bên zêdekirin.

BORDEAÛX: Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Bordeaûx ê Fransayê çalakiyeke bêîteatiya sivîl lidar xistin. Çalakî li gara Saînt-Jeanê pêk hat û li ser grevên birçîbûnê belavok hatin belavkirin. Ciwanan ragihandin, heta ku Ocalan azad bibe, berdêl çi dibe bila bibe wê çalakiyên xwe bidomînin. Di dawiya çalakiyê de sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin.