Li Endonezyayê ji ber lehî û hezazê 8 kes mirin
Li girava Sûlawesî ya Endonezyayê, ji ber lehî û hezazê herî kêm 8 jiyana xwe ji dst dan.
Li girava Sûlawesî ya Endonezyayê, ji ber lehî û hezazê herî kêm 8 jiyana xwe ji dst dan.
Li girava Sûlawesiyê, şeva Sêşemê baraneke dijwar da. Ava ku di ser çem re çû, bi dehan gund da ber xwe. Beşeke paytexta Sûlawesî Makassarê di nava avê de ma.
Li gorî Saziya Rêveber a Rewşa Karesatê li navçeya Jenepontoyê 5 kes, li Gowayê jî 3 kes mirn. Rayedaran gotin, 4 kes jî winda e û bi fikar in ku bîlanço girantir bibe.
Li Endonezyayê mehên dawî gelek caran karesat çêbûn. 31'ê Kanûnê li herêma Sûkabûmiyê ji ber hezazê herî kêm 32 kes mirin.