Li Endonezyayê bendav gefê li cûreyekî kêmdîtî yê orangûtan dixwe

Bendava hîndroelektrîk gefê li prîmatekî kêmdîtî orangûtanê Tapanûlî dixwe ku li daristana tropîkal a girava Sûmatra ya Endonezyayê ye.

Înşaeta vê bendavê ku ji aliyê Çînê ve tê fînansekirin, di çarçoveya 'Rêyên nû yên Îpekê' de tê çêkirin. Rêveberiya Çînê dixwaze di çarçoveya vê bernameyê de li 70 welatên Asya û Ewropayê binesaziyê amade bike.

Li Endonezyayê jî ku elektrîk timî qut dibe, pêwîstî bi zêdekirina kapasîteya hilberîna elektrîkê heye.

Lê belê zanyar dibêjin, ev proje dibe ku celebê orangûtanê nû hatiye kifşkirin biqelihîne. Tê gotin, ku tenê 800 orangûtanê ji vî celebî mane ku li daristana tropîkal a Batang Torû ne.

Li vê daristanê hin celebên din ên meymûnan û pilingên Sûmatra jî hene. Tê plankirin ku projeyeke bendavê ya ji 1.6 milyar dolarî li vê daristanê bê çêkirin û sala 2022'an bikeve meriyetê.