Li Elmanya cara yekem wê hejmara jin û mêran di hikumetekê de wekhev be

Hat ragihandin ku li Elmanyayê cara yekem di hikumeta ku wê roja Çarşemiyê dest bi erka xwe bike de hejmara jin û mêran wekhev be.

Olaf Scholz ê ku wê bibe serokwezîr di daxuyaniya xwe de bal kişande ser rêjeya jin û mêran a di rayeyan de û got: "Wekhevî ji bo min girîng e, lewma wê di nava 16 wezîran de 8 mêr û 8 jin hebin."

Scholz her wiha diyarkir ku ew "bi taybetî serbilind e" ku êdî jinan tînin ser erkê wezaretên ku li gorî kevneşopiyê didin mêran.

SPD ya sosyal demokrat wê bi Keskan û FDP ya lîberal hikûmeta koalîsyonê birêve bibe. Di hikûmeta nû de Wezaretên Karên Hundir, Parastin, Pêşketin û Avakirinê ji jinan re hatin spartin.

Jîngehparêz Annalena Baerbock a 40 salî bû Wezîra Karên Derve, 2 jinên din ên ji Keskan jî bûn Wezîrê Hawirdor û Malbatê. Ji 4 wezaretên ku ji wan re hatine tayînkirin, Lîberalan tenê Wezareta Perwerdeyê radestî jinekê kir.

Olaf Scholz wê roja Çarşemê ji aliyê endamên Bûndestag ve wek serokwezîrê nû bê hilbijartin. Piştre ew û hikûmeta wî wê bi fermî ji aliyê Serokê Federal Frank-Walter Steînmeîer ve bên tayînkirin.