Li Efganistanê kaos heye

Piştî ku îdareya Efganistanê ket destê Talîbanan, li welat kaoseke mezin derketiye. Li hemberî biryara xwevekişandina DYE’yê ya ji Efganistanê jî bertek zêde dibin.

Piştî biryara xwevekişandina Koalîsyona Navnetewî ya bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ya ji Efganistanê, Talîbanê paytext Kabul jî di nav de hemû bajarên welat xiste bin kontrola xwe. Ji ber hewldana revê ya ji welat ya bi deh hezaran Efganî ku ji êrîşên tolhildanê yên Talîbanê bi fikar in, li welat kaoseke mezin derketiye.

Li balafirgeha navnetewî ya ji derveyî Kabulê, berdewam dengê rabûna balafiran tê û welatên rojavayî hewl didin bi lez û bez personelên xwe yên li Efganistanê û xebatkarên xwe yên Efganî ji wê derê derxînin. Elmanya êvara roja Yekşemê yekemîn balafira ji bo derketina ji welat firand û Komara Çekê jî bi heman rengî ragihand ku wan jî yekem firîna xwe ya ji bo derketina ji Efganistanê pêk aniye.

Wê îro jî Fransa û New Zelanda firîna xwe ya yekem pêk bînin, Îngîltereyê jî da zanîn ku wan heya niha nêzî 1000 kes ji wê derê derxistine.

Bi deh hezaran kes ku li balafirgeha Kabûlê kom bûne jî ji bo ku ji welat derkevin bendewar mane. Di balafirgehê bi berdewamî tengezarî û alozî çêdibin, televîzyona BBC’yê ragihand ku di encama qerebalixî û pevçûnên bi leşkerên ewlehiya balafirgehê digirin de herî kêm 2 kes mirine. Ajansa Reûtersê jî ragihand ku 5 kes mirine.

Milîsên Talîbanê li kolanên navenda bajêr digerin û tê gotin ku di nava bajêr de ti pevçûnek çênebûye. Li gorî agahiyên ku ji herêmê tên nîşan didin ku tu yê bêjî qey Kabûl veguheriye bajarekî xeyalî û ti kes dernakeve kolanê.

Li bajarê Qendiharê ku duyemîn balafirgeha mezin ya welat li wê derê ye, piştî ku leşkerên li balafirgehê xwe radest kirin, Talîbanê kontrola xwe ya li ser başûrê rojava bi temamî pêk aniye. A niha tenê Balafirgeha Navnetewî ya Harîrî ya Kabûlê negirtiye.

REXNEYÊN LI HEMBERÎ RÊVEBERIYA DYE’YÊ ZÊDE DIBIN

Piştî ku Talîbanê rêveberiya Efganistanê devr girt, rexneyên li hemberî Serokê DYE’yê Joe Bîden zêde dibin. Generalê DYE’yî Davîd Petraeûs rewşa li Efganistanê weke felaketekê pênase kir û got, “Ez ditirsim ku em ji vê biryara xwe poşman bibin û ji niha ve wisa xuya dike.”

Ji çalakvanên Efganî Seher Hossaîn Jaghorî jî Bîdenê bi “Efganistan radestê Talîbanê kirin” tawanbar kir û diyar kir ku êdî ti baweriyek wan ji vîna DYE’yê nemaye.

Wekîlê muhafezekar ê Înglîz Tobîas Ellwood jî got ku wê Îngîltere û hevalbendên wî ji biryara vekişandinê poşman bibin û piştî Talîbanê welat bixe bin destê xwe, dibe ku êrişên terorîstî yên mîna 11’ê Îlonê welatên rojavayî pêk bên.