Li Efganîstanê ji ber êrîşa Talîbanê bi dehan kes mirin

Talîbanê êrîşî baregeheke îstîxbarata leşkerî ya li navenda Efganîstanê kir. Hate ragihandin, herî kêm 65 kes mirne.

Êrîşa li dijî baregeha îstîxbarata leşkerî roja Duşemê pêk hat. Rayedarên eyaleta Vardakê diyar kirin, 65 cenaze ji binê xirbeyan hatine derxistin.

Li gorî AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî payebilind ê ewlekariyê, herî kêm 70 kes mirine.

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Hundir roja Duşemê daxuyaniyek dabû Reûtersê û gotibû, "Li gorî agahiyên li ber destê me, li nava kampa perwerdeya leşkerî teqînek bûye û 126 kes mirine."

Roja Duşemê destpêkê wesayiteke bombebarkirî hatibû teqandin, piştre jî du çekdaran hewl dabûn bikevin nava baregeha leşkerî. Beradevkê walîtiya eyaletê Mûhebûllah Şerîfzayî diyar kir, çekdarên hewl dan bikevin nava baregehê hatin kuştin. Şerîfzayî ragihandibû, wesayiteke din a bombebarkirî jî hate tespîtkirin û îmhakirin.

Tevgera Talîbanê berpirsyariya êrîşê li xwe girtibû. Talîbanê mehên dawî êrîşên xwe zêde kir. Li aliyekî ve êrîşên giran tên kirin, li aliyê din jî di navbera Talîban û DYE'yê de danûstandin tên kirin.