Li Efganistanê êdî jin di medyayê de xuya nakin

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) diyar kir ligel ku Talîbanê soz daye ew ê li hemberî azadiya çapemeniyê bi hurmet be û wê rojnamegerên jin karibin bixebitin jî, serdemeke medyayê ya bê ji hatiye destpêkirin.

Li gorî RSF’ê piştî ku Talîbanê hate ser hikum û qanûnên tund ên şerîatê xist meriyetê, li Kabîlê ji nav 700 rojnamegerên jin bi tenê 100 jin dikarin bixebitin.

RSF’ê di sala 2020’an de bi Navenda Rojnamegerên Jin a Efgan (CPAWJ) re xebatek kiribû, 1080 jê jin, bi giştî 4940 û 108 medya tespît kiribû. 700 jin wekî rojnameger dixebitîn. Ji nav 510 jinên di 8 medyayê de bi nteê 39 rojnamegerên jin îro dixebitin.

Sekreterê Giştî yê RSF’ê got “Meseleyeke bingehîn e ku divê Talîban hurmetî nîşanî jinan bide û li mafên rojnamegerên jin jî qebûl bike. Rojnamegerên jin divê bêyî fikar, di nava demeke gelekî kurt de karibin karê xwe bidomînin. Ji ber ku ev mafê wan ê sereke ye û debara xwe bi vî tiştî dikin. Heke jin di medyaya Efgan de nebin ev tiş tê wateya bêdengkirina hemû jinên Efgan. Em bang li Talîbanê dikin ku bila ji bo azadiya rojnamegerên jin û ewlekariya wan garantiyê bidin.”

Di meha Nîsanê de di Rêzkirina Azadiya Çapemeniyê ya Cihanê de Efganistan ji nav 180 welatan, di rêza 122’an de cih girtibû.