Li DYE'yê krîza li ser budçeyê dewam dike

Li DYE'yê ji ber krîza li ser budçeyê ku ji meha Kanûnê ve dewam dike, bi sedan hezar karkerên cemaweriyê mexdûr bûn. Doh jî li ser mijarê bi Demokratan re hevdîtin hatin kirin, lê encam jê derneket.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp xwest, ji bo çêkirina sînorê navbera wan û Meksîkayê, 5 milyar dolar li budçeya sala 2019'an bê bicihkirin, lê Kongreyê ev daxwaz qebûl nekiribû. Ji bo çareserkirina krîzê ku Trûmp gotibû 'dibe ku bi mehan dewam bike', bi rêveberiyên Partiya Demokratan ên li Meclîsa Nûneran serwer in, hevdîtin dewam dikin.

Bi vê armancê doh jî di navbera hikumeta DYE'yê û nûnerên Demokrat de hevdîtin hatin kirin, lê encam jê derneket. Danûstandinên ji bo çareserkirina krîzê wê îro jî bidomin.

Nakokî û lihevnekirina li ser budçeya salane ya li DYE'yê, dibe ku bandoreke giran li bazar û aboriya wî welatî bike. Par ji ber lihevnekirina li ser budçeyê, hikumet hatibû girtin.

Projeya lêkirina dîwan li ser sînorê DYE û Meksîkayê, yek ji sozên herî girîng ên Trûmp bû ku di kampanya hilbijartina serokatiyê ya sala sala 2016'an de dabû.