Li DYE'yê kêmkirina mafê dengdanê yê hindekahiyan hate şermezarkirin

Li hin eyaletên DYE'yê yên ku komarger lê serwer in, mafê dengdanê yê hindikaniyan hate kêmkirin. Ev yek hate şermezarkirin.

Li hin eyaletên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên ku komarger lê serdest in, kêmkirina mafê dengdanê yê hindikahiyan hate şermezarkirin.

Salvegera 28'ê Tebaxa 1963'an ku Martin Luther King axaftina 'I have a dream' kir, ev polîtîkaya kêmkirina mafê dengdanê yê hindikahiyan li hin eyaletên bi serweriya komargeran, hate şermezarkirin.

Bi hezaran kes, di serî de Washîngton li gelek bajaran li hev civiyan û çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin.

Amadekarên çalakiyan li gelek eyaletan bûn hedefa gefxwarinê.

Kesekî bi navê Al Sharpton got, "Ji bo mafê dengdanê bidin me, mirovan canê xwe feda kirin. Şev û rojên xwe li girtîgehan derbas kirin. Kesê bi navê Medgar Evers li mala xwe tevî 4 zarokên xwe hate kuştin. Em ê mafê xwe biparêzin."

Li meclîsa nûneran ku demokrat lê serwer in, li dijî vê rewşê du qanûn hatin pejirandin. Lê belê tê gotin ku ev qanûn li eyaletan zehmete bikeve meriyetê.