Li Derya Spî keştî noqî binê avê bû: Nêzî sed kes winda ne
Li peravên Lîbyayê yên Derya Spî, keştiyeke ku herî kêm 107 penaber tê de bûn noqî binê avê bû. Ji vê keştiyê tenê 4 kes bi saxî hatine rizgarkirin.
Li peravên Lîbyayê yên Derya Spî, keştiyeke ku herî kêm 107 penaber tê de bûn noqî binê avê bû. Ji vê keştiyê tenê 4 kes bi saxî hatine rizgarkirin.
Li gorî daxuyaniya hêza ewlekariyê ya eravên Îtalyayê Gûarîda Costîera, bi qasî 50 kîlometreyî dûrî peravên Lîbyayê, keştiyek penaber tê de bûn binav bûye. Hat ragihandin, tenê 4 kes ji vê keştiyê hatine rizgarkirin.
Li gorî gotinên penaberên bi saxî filitîn, ew 107 kes ji Lîbyayê bi rê ketibûn. Li vê keştiya ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê binav bû, cenazeyê 8 penaberan hatin dîtin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê duh tevahiya şevê dewam kir.
Di navbera Lîbya û Îtalyayê de roja Pêncşemê 800, roja Înê jî bi qasî 550 penaber bi saxî hatibûn rizgarkirin.