Li Cezayîrê di maça futbolê de 80 kes birîndar bûn

Li Cezayîrê di dema maçeke şampiyoniyê de şer derket û 80 kes birîndar bûn ku 30 jê polîs in.

Maç li bajarê Bûrc Bû Arrejîc ê bi 200 kîlometreyî li başûrê rojhilat ê Cezayîrê ye hate lîstin.

Li gorî gotinên rayedarên nexweşxane û ewlekariyê, 80 kes birîndar bûne. 30 ji van jî polîs in. Rayedarên tenduristiyê diyar kirin ku birîna birîndaran ne giran e û ti ji birîndaran li nexweşxaneyê nehatine bicihkirin.

Komîsyona Dîsîplînê ya Lîga Futbolê ya Profesyonel a Cezayîrê piştî bûyerê ceza li tîma CABBA birî ku 3 maçan bê temaşevanên xwe bilîze û 2 ji van maçan jî li qadeke bê alî be. Her wiha li qelevanê tîmên CABBA û MCA ceza hate birîn ku ji ber şer provoke kirine bi 3 maçan nelîzin.

Di dîmenan de ku li medya civakî hatin weşandin, tê dîtin ku alîgirên her du tîman xwe berdidin nava qada lîstikê û bi ser lîstikvanan ve bimeşin. Hin lîstikvan jî neçar man xwe li trîbunan bigirin.

Li Cezayîrê hema bêjin her hefte di maçên futbolê de şer derdikeve. Kanûna 2017'an di dema maça derbiyeke amator de di şerê navbera alîgiran de kesek miribû. Meha Nîsanê jî di maça nîv fînalê ya Kûpa Cezayîrê de li hundir û derveyî stadyûmê şer derketibû û zêdeyî 100 kes birîndar bûbûn.