Li Bûrmayê 6 mehan 1006 kes ji aliyê cûntayê ve hatin kuştin

Artêşa ku li Bûrmayê darbe kir di nava şeş mehan de 1006 kes kuştin. Rêxistineke civakî ya sivîl ku mafên mirovan ên li Bûrmayê lêkolîn dike, ragihand ku ji 1'ê Sibatê dema darbeyê û vir ve 1006 kes hatine kuştin.

Rêxistina civaka sivîl a bi navê Komeleya Piştgiriya bi Girtiyên Siyasî re ragihand ku li Bûrmayê, ji 1'ê Sibatê dema destpêkirina cûnta leşkerî û vir ve 1006 kes ji aliyê artêşê ve hatine kuştin.

Li welatê ku ji 1'ê Sibatê ve şer giran bûye û çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin, tê gotin ku leşkeran ji xwepêşandêran 1006 kes kuştine.

Li vî welatê ku tundî û çalakiyên li dijî cûntayê dewam dikin, komên xweparastinê jî hatine avakirin. Ev derdor her roj çalakiyan li dar dixin.

Serokê komeleyê Ko Bo Gyî diyar kir ku li gorî daxuyaniyên fermî 1006 kesî jiyana xwe ji dest dane, lê dibe ku hejmara rastî ji vê yekê gelekî zêdetir be.

Ko Bo Gyî got, "Heta ku leşker li ser desthilatdariyê bin wê ciwanan, mamosteyan, doktoran, jin, mêr û ciwanan bikujin.

Ne tenê jiyanê ji me distînin, di heman demê de paşeroj û hêviyên demokrasiyê yên welêt jî dikujin."

Endam û rêveberên komeleya ku ji aliyê cûntaya leşkerî ve hatiye qedexekirin, neçar in ku bi rengekî veşartî bijîn. Lê belê Ko Bo Gyî dibêje, cûntaya leşkerî şewba covîdê jî leşkerî kiriye.

Li welêt krîza tenduristiyê jî giran bûye.