Li Brezîlyayê gundek hêdî hêdî di binê avê de dimîne

Gundê São João da Barra ku gundekî masîvanan ê Brezîlyayê ye, nêzî nîv sed sal e hêdî hêdî di bin avê de dimîne.

São João da Barra ku gundekî masîvanan ê li Brezîlyayê ye, nêzî nîv sed sal e ku ji aliyê Okyanûsa Atlantîkê ve ji holê tê rakirin.

Gund her sal derdora 3 metreyî di nava ava deryayê de dimîne. Li gorî nûçeya Euronewsê, heta niha derdora 500 avahiyên li gund di nava avê de mane.

Ji şêniyên gund Júlia Maria de Assis diyar kir ku otela ji aliyê bavê wê ve hatiye çêkirin 13 sal in di nava avê de maye.

Ziwatiya li herêmê jî pirsgirêkeke giran e.

Ji Enstîtuya Fluminense ya Federal profesor Pedro Henrique de Araújo anî ziman ku germahiya hewayê bûye sedem ku ava deryayê bilind bibe.