Li Bexdayê kongreya ‘Ber bi diyaloga Kurd û Ereban’

Li Bexdayê bi navê ‘Ber bi diyaloga Kurd û Ereban a serkeftî’ bi tevlêbûna gelek akademîsyen, nivîskar û civaknasan kongreyek tê lidarxistin.

Îro li Bexdayê bi pêşengiya Akademiya Siyaset û Fikir ya Demokrasiyê, bi alîkariya Komeleya Azadî ya Kurdên Feylî ên Iraq, Saziya Standar, Rêxistina Mirovî ya Ciwanên Şengal û Komeleya Dostaniyê ya li Parlamentoya Ewrupayê, Kongreya ‘Ber bi diyaloga Kurd û Ereban a serkeftî’ dest pê dike.

Di kongreyê de zêdetirî 100 akademisyen, rewşenbîr, nivîskar, civaknas û kesayetên navdar ên ji Iraq, Herêma Kurdistan û pêkhateyên cuda yê li Iraqê wê amade bin.

Bernameya kongreyê bi vî awayî ye:

Wê di panela yekem de li ser xebata hevbeş ya Ereb û Kurdan ya dîrokî be. Panel wê ji aliyê Dr. Seyf Ednan Kazim were pêşkêşkirin. Mijara duyem wê li ser ‘Bandora dewlet-netewê ya li ser peywendiya Ereb û Kurdan’ ji aliyê Dr. Edlî Mehdî ve were dayîn. Mijara sêyem wê li ser ‘Bandora siyaseta dagirkeriya navnetewî û metirsiya projeya Osmaniya nû ya li ser Iraqê’ ji aliyê Hesen Cudî ve were pêşkêşkirin.

Piştî wê li ser ‘Rola jinên Ereb û Kurdan a di guhertina hêza civaka Iraqê de’ Necîbe Qeredaxî jî mijara çarem pêşkêş bike.

Her wiha mijarek li ser ‘Pêşbaziya hevbeş ya navbera Kurd û Ereban de’ ji aliyê Prof. Hîkmet Hebîb ve were dayîn.

Herwiha wê mijarek li ser ‘Dewleta welatîbûn, neteweya demokratîk, projeya çareseriya pêşniyarên ji bo stratejiya herêmê’ ji aliyê Dr. Kamîran Berwarî ve were pêşkêşkirin.