Li balefirxaneyeke Efganistanê ji ber îzdîhamê 7 kes mirin

Li Kabîlê ya ku paytexta Efganistanê ye, 7 kesên dixwestin ji rejîma Talîbanê birevin li Balefirxaneya Hamîd Karzaî ji ber îzdîhamê mirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îngîltereyê ji ber îzdîhamê 7 kesên li ber deriyê balefirxaneyê mirine.

DYE jî diyar kir ku ji derxistina mirovan ew balefirên ji bo sivîlan bi kar tînin. Elmanya û Îngîltere jî ji bo derxistina Efganên ku berê ji bo koalîsyona navneteweyî xebitîne, balefiran sewq dike.

Wezîrê Parastinê yê Îngîltereyê Ben Wallace diyar kir ku wê nêzî 60 hezar kesan ji Efganistanê derxînin û ev tişt wê di nava demeke kurt de pêk neyê.

DYE wê heta 31’ê Tebaxê yekîneyên xwe ji Efganistanê derxîne. Serokê DYE Joe Bîden jî diyar kiribû heta dawiya mehê wê karibin mirovan ji Efganistanê derxînin.