Li Afganîstanê 36 kes hatin kuştin

Li Afganîstanê, jimartina dengên hilbijartinên giştî dest pê kir. Ji ber êrîşên di dema hilbijartinê de hatin kirin 36 kes mirin.

Li Afganîstanê doh hilbijartinên giştî hatin kirin. Talîban û DAÎŞ'ê ji bo pêşî li dengdanê bigirin li gelek deveran êrîş kirin. Hin buroyên hilbijartinê, ji ber kêmasiya li lîsteya dengdêran, ya jî ji ber pirsgirêkên cuda nehatin vekirin.

Dengdana li Kandaharê, ji ber êrîşên roja Pêncşemê yên Talîbanê, ji bo roja Şemiyê hate taloqkirin. Parlamenta nû ya li Afganîstanê wê 10'ê Mijdarê diyar bibe.

Alîkarê Wezîrê Karên Hundir Akhtar Mûhammed bi daxuyaniyekê ragihand ku 193 êrîş bûne û 36 kes di encamê de mirine ku 27 ji wan sivîl in.

Tê gotin ku nêzî sed sivîl jî birîndar bûne. Hate ragihandin 5 buroyên hilbijartinê bûne hedefa êrîşên çekdaran û li 70 deveran jî bi roket û madeyên teqemeniyê êrîş hatine kirin.

Li Kabûlê êrîşeke xwekujî hate kirin û herî kêm 15 kes mirin.