Krîza Venezûelayê û hewldana darbeya nû

Li Venezûelayê 27 leşker hatin girtin ên ku li dijî serokê dewletê Nîcolas Madûro banga serhildanê dikirin.

Roja Duşemê komeke artêşa Mûxafizên Neteweyî yên Mcarao Bolîvar hewl dan serî hildin. Vê komê xwestibû hikumeteke demborî were avakirin.

Li gorî daxuyaniya artêşê mudaxeleyî vê rewşê hatiye kirin û 27 leşker hatine girtin. Tê diyarkirin ku di nav van leşkeran de general jî hene.

Vê hewldana leşkeran ji bo avakirina hikumeteke demdemî hatibû kirin.

Di hefteyên dawîn de li Venezûelayê pêngavên li dijî Madûrê zêde bûn. Parlementoyê di 10’ê Çileyê de cara duyemîn Madûro ne rewa îlan kir ê ku cara duyemîn bû serokê dewletê. Heman mûxalefet encamên hilbijartina serokkomariyê ya di 20’ê Gulanê de jî red dike.

Li hemberî Madûro di 4’ê Tebaxa 2018’an de bi droneyê êrîşek hatibû kirin. Di sala 2018’an de bi giştî 180 leşker bi sûcdariya ku li hemberî hikumetê komplo kirine, hatibûn girtin. Tê diyarkirin ku di heman salê de herî kêm 4300 leşker ji artêşê veqetiyane.

KRÎZA LI VENEZÛELAYÊ

Li Venezûelayê rezerveke zêde ya petrolê heye lê krîzeke aborî li wê derê tê jiyîn. Bi milyonan kes ji ber krîzê ji welat derketin.

Ji aliyekî rêveberiya xerab a hikumetê û ji aliyê din ambargoya DYE’yê dibe sedema krîzê. Ji ber ku dahata petrolê diçe ji bankayên biyanî re, ev tişt wekî astengî tê dîtin. Ji ber ku dahata petrolê baş nayê belavkirin, di navbera pêşveçûna herêman de jî ferqên mezin hene û krîz xwe dide der.