Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî: Divê rêveberiya li Efganistanê ji bo hemû kesan be

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku hikumeta nû bi muzakereyan pêk were bang kir ku bila înîsîyatîfek were avakirin. Konseya Ewlekariyê got “Divê hikumeta nû yekgirtî be û ji bo hemû kesan be.”

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî îro civiya û piştî civînê got “Ji bo hikumeta nû divê înîsîyatîfek were avakirin û divê ev hikumet yekgirtî be û ji bo hemû kesan be.”

Piştî ku Talîbanê Kabîl desteser kir, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi lezgînî civiya û ji bo ku zextên li ser mafên mirovan û têkiliya xerab a li hemberî mirovan bi dawî bikin, bang kir. Konseyê diyar kir divê şandina alîkariyên mirovî jî neyê astengkirin.