KENY’yê helwesta Erdogan a derbarê Qibrisê rexne kir

KENY’yê helwesta Serokkomarê Tirk Erdogan a di mijara Qibrisê de rexne kir.

Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) têkildarî gotinên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a çareseriya du dewletî ya Qibris û vekirina qismî ya herêma Maraş (Varoşa) şermezar kir, banga çareseriyek adil kir.

Li gorî daxuyaniya AFP’ê weşandî û peymana dîplomatîk li ser lihev kirî ev hatiye gotin: “Konseya Ewlekariyê, daxuyaniya lîderê Tirk a Qibrisê şermezar kir dike. Konsey ji vê çalakiya yek alî ku li dijî biryara beriya niha û daxuyaniyane, fikarên kûr hene.”

Gotinên Erdogan a beşeke herêma Maraş bê vekirin a di serdana xwe ya ji bo Bakurê Qibrisê de kirî, ji aliyê Komara Qibrisê ve birin rojeva Konseya Ewlekariyê ya NY’yê. DYE, YE, Rûsya, Îngîltere û Fransayê jî nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan dabûn.

Erdogan di axaftina xwe ya salvegera 47’emîn a tevgera Qibrisê de gotibû: “ Li Naraşê jiyan wê ji nû ve destpê bike”, di daxuyaniya xwe de diyarkiribû ku wê Maraş a Girtî ji sedî 3,5 herêma pîlot li xwe bigire.