Kê ji daxuyaniya Riyadê bawer kir, wê bes be?

Piştî ku Siûdî piştrast kir ku Cemal Kaşikçi hatiye kuştin, helwestên cuda derbûn.

Nûçegihanê Siûdî Cemal Kaşikçi piştî ku 2'yê Cotmehê ketibû konsolosxaneya Siûdî ya Stenbolê nema jê derketibû. Hate piştrastkirin ku Kaşikçi yê ku ji dostaniya bi Mîran heta bi Bîn Ladîn û têkiliya bi Birayên Misilman re xwedî têkiliyeke berfireh û tarî, miriye.

Riyadê piştî zextên bi heftiyan piştrast kir ku Kaçikçi miriye. Li gorî Siûd Kaşikçi di nav xirecirekê de miriye. Ev daxuyanî piştî çûnûhatina di navbeyna Washîngton-Enqere-Riyadê de ya van rojên dawî hate dayin.

Qesra Spî çîroka Kaşikçi ya Siûdî 'pêbawer' qebûl kir. Li ser pirsa nûçegihanekî ya ji Serokê DYA'yê Donald Trûmp bê ka daxuyaniya Riyadê ''pêbawer e' yan na, Trûmp got, ''Belê, belê''. Trûmp got, ''Hê lêpirsîna xwe me neqedandiye lê biya me ev gaveke girîng e''.

Serokê DYA'yê êvara Pêrşeme jî têkilî mirina Kaşikçi bi gotina ''wê berdêla vê giran be' gef li Siûdî xwaribû.

Berdevekekî Qesra Spî got, ''DYA daxuyaniya têkilî tevgera Siûdî ya li ser gumanbarên ku vê kêlîkê hatine tespîtkirin, not dike''.

Rengê helwesta NY'yê cuda bû. Sekreterê Giştî Antonîo Guterres, ''Piştrastkrina mirina Cemal Kaşikçi bi şaşwaziyekê pêşwazî kir''. Guterres got, ''Têkilî şertên mirinê pêdivî bi lêpirsîneke bilez, kûr û zelal heye''.

Ji DYA'yê jî nerînên cuda diyar bûn. Yek ji senatorê nêzî hevalbendên Trûmp Lîndsey Graham daxuyaniya Siûd pê ewle nedît. Graham got, ''Zehmet e ku mirov ji vê daxuyaniyê bawer bike''.

Senatorekî dî yê komarparêz û her wiha Serokê Komîsyona Karê Derve yê Senatoyê Bob Corker bi gotina, ''Çîroka Siûdiyan a derbarê windabûna Cemal Kaşikçi her roj diguhere'' û amaje pê kir ku ji daxuyaniya Siûdiyan bawer nake.

Endamê Komîsyona Karê Derve yê Senatoyê, senator Bob Menendez got ti tişt wê nikaribe ji kuştinê re bibe hincet û xwest ku DYA li ser Siûd biryar zextê bide. Menendez got, 'Ev bûyer hê neqediyaye û divê em zexta navnetewî bidomînin''.