Kavilê kevntirîn keştiya bazirganiyê ya cîhanê hate dîtin

Kavilê keştiya bazirganiyê ku li peravên Bûlgarîstanê hate dîtin, tê texmînkirin ku ya şaristaniya Yewnan a Antîk e. Tê gotin, emrê vê keştiyê herî kêm 2400 sal e.

Lêkolînerên Îngilîz û Bûlgar, dema ku li ser asta ava deryayê û noqbûnê lêkolîn dikirin, bi awayekî tesadûfî kavilê keştiyê dîtin. Di encama lêkolînan de, hate tespîtkirin ku ev kavilê li peravên Bûlgarîstanê yên li Derya Reş hatine dîtin, ê keştiyeke bazirganiyê ya Yewnan e ku ji serdema antîk maye.

Kavilê keştiyê bi qasî 2 kîlometreyan li nava deryayê hate dîtin. Li gorî lêkolîna projeya bi navê Black Sea MAP, ji ber ku li kûrahiya deryayê rêjeya oksîjenê kêm e, keştî xera nebûye.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Çand, Perwerde û Zanistê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) dibe ku barê keştiyê jî xera nebû be. Nûnera UNESCO'yê Ûlrîke Gûerîn got, ji ber ku cihê keştî lê ye gelekî kûr e, dibe ku zehmet be kavil û barê keştiyê bên derxistin.

Li gorî lêkolîna pisporên Navenda Arkeolojiya Binê Deryayê ya Bûlgarîstanê Muzeya Arkeolojiyê ya Neteweyî û Zanîngeha Soûthamptonê ya Îngilîz, wêneyê cûreyê keştiya ku kavilê wê hatiye dîtin, heta niha tenê ji aliyê Yewnanan ve hatiye çêkirin.