Ji bo referandûmeke nû li Londrayê meş hate lidarxistin

Ji her çar aliyên Keyîtiya Yekgirtî ji bo referandûmeke nû ya têkildarî Brexîtê li Londrayê mirov hatin ba hev.

Çalakger bi 150 otobusan hatin Londrayê û ew ê ji navenda bajêr heta avahiya parlementoyê bimeşin.

Meş bi banga tevgera People’s Vote (Dengdana gel) tê kirin. Meşeke wekî vêya di meha Hezîranê de hatibû kirin û nêzî 100 hezar kes tevlî meşê bûbûn.

Lê tê diyarkirin ku ew ê çalakî nikaribe serokwezîr Theresa May qanih bike. May li dijî referandûmeke nû ye.

Serokwezîr roja Çarşemê daxuyaniyek da û got ku, “Ew ê referandûmeke duyemîn pêk neyê. Mirovan jixwe dengê xwe dan.” Di referandûma 23’ê Hezîrana 2016’an de 52 ji sedê gel ji bo derketina ji Yekîtiya Ewrûpayê dengê xwe dabûn.

Ji bo Brexîtê roja dawîn 29’ê Adara 2019’an e. Muzakereyên di navbera Bruksel û Londrayê jî hê negihiştine tu encamê. Bi taybetî li ser sînorê Îrlandayê li hev nakin. YE dixwaze Îrlanda tevlî yekîtiya gumrukê û bazarê bibe.

Fikra referandûmeke nû di mehên dawîn de gelek tê nîqaşkirin. Serokwezîrê berê Tony Blaîr jî di nav de gelek kes piştgiriyê didin vê daxwazê.