Ji bo hemû aliyan bîlançoya şerê Xezeyê

Şerê ku li Xezeyê dewam dike, bû yek ji şerên herî xeternak ê herêmê.

BÎLANÇOYA JI 7'Ê COTMEHÊ VE

Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’Cotmehê ve dewam dikin de, li Xezeyê zêdeyî 40 hezar kes mirin.

WINDAHIYÊN FÎLÎSTÎN

-Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê li Xezeyê 40.005 kes mirin, 92.401 kes jî birîndar bûn.

-Li Şerîaya Rojava jî 632 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan.

-Li gorî Îsraîlê “zêdeyî 20 fermandarên tugayê û 150 fermandarên taburê” jî di nav de, nêzî 14.000 şervan hatin kuştin yan jî girtin.

WINDAHIYÊN ÎSRAÎLÊ

-Di êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê de, li Îsraîlê piranî jê sivîl 1.198 kes mirin.

-Ji 7’ê Cotmehê ve bi giştî 690 endamên hêza ewlehiyê mirin. Ji vane 330 di dema şerê li Xezeyê de mirin.

-Ji 251 kesan, hîna 111 kes li Xezeyê dîl tên girtin.

-Li Îsraîl û Şerîaya Rojava ya dagirkirî, ji 7’ê Cotmehê ve 38 Îsraîliyên ku leşker û sivîlan pêk tên, hatin kuştin.

-Li Tepeyên Golan di encama fuzeyên ku Hîzbûllahê ji Lubnanê berdayî de, 22 leşker û 26 sivîl hatin kuştin.

WINDAHIYÊN LI SÛRIYE Û LUBNANÊ

-Li Lubnanê 570 kes mirin, li Sûriyeyê jî 25 şervanên Hîzbûllahê û 7 Muhafizên Şoreşa Îranê hatin kuştin. Li Lubnanê piranî ji miriyan, şervanên Hîzbûllahê ne. Ji miriyan herî kêm 118 sivîl in.