Ji Şerê Sar û vir ve tetbîqata herî mezin a NATO'yê

Hevalbendiya Atlantîkê ya Bakur NATO wê roja Pêncşemê li cîranê Rûsyayê Norwêcê ji Şerê Sar û vir ve mezintirîn tetbîqeta leşkerî bike. Derdora 50 hezar leşker wê li tetbîqatê hazir bin.

Tetbîqata bi navê Trîdent Juncture 18 wê heta 7'ê Mijdarê wê bidome. Li ser armanca tetbîqatê tê gotin çûna hawarê ya endamekî NATO'yê.

Fermandarê tetbîqatê amîral James Foggo yê Amerîkî got, ew dixwazin 'kapasîteya berevaniyê ya NATO'yê li bara rikberan nîşan bidin'. Foggo got, tetbîqat ti welat ji xwe re nekiriye hedef.

Her çendî rayedarên NATO'yê li ser hedefê vekirî nebêjin jî ti guman jê tine ku hedef Rûsya ye. Rûsyayê jî Îlonê mezintirîn tetbîqata leşkerî kiribû.

Wezîrê Parastinê yê Norwêcê Frank Bakke-Jensen got, "Rûsya ji hêla leşkerî ve ji bo Norwêcê  ne tehdîdek e." Bakke Jensend domand, "Lê di rewşeke wiha tevlîhev a ewlehiyê de, bûyereke li devereke din dibe ku li Bakur jî rageşiyê zêde bike û em Hevalbend ji bo ku em bûyereke nebaş xwe dûr bixin, haziriya xwe dikin."

Serokê DYA'yê Donald Trûmp roja Duşemê rageşiyeke din li rageşiya li bi Rûsyayê re zêde kiribû. Trûmp ragihand ew ê xwe ji Peymana Hêza Nukleer a bi Menzîla Navîn (INF), ku 1987'an bi Rûsyayê re îmze kiribûn, vekişin. Trûmp ji bo hincetê vê jî got, Moskow bi salan e peymanê binpê dike.

Tetbîqet li ser sînorê Rûsya-Norwewê li qadeke diyar bê kirin jî, Rûsya bertekdar e. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaharova got, "Welatên NATO'yê li herêmê bandora xwe ya leşkerî zêde dikin. Çalakiyên wiha yên bê berpirsyar li Bakur rewşa siyasî û leşkerî dixe nava bê aramiyê û xirecirê zêdetir dike. Em ê tedbîrên pêwîst yên bersivdanê bigirin."