HRW: Li Filîstînê êşkence sîstematîk e
Rêxistina Çavdêr a Mafên Mirovan (HRW) ragihand, êşkenceya sîstematîk li muxalîfên Filistînî tê kirin.
Rêxistina Çavdêr a Mafên Mirovan (HRW) ragihand, êşkenceya sîstematîk li muxalîfên Filistînî tê kirin.
HRW'ê derbarê pêkirinên li ser 'muxalîf'ên li xaka Filîstînê raporek weşand.
Rapora ku hem li Şerîaya Rojava û li Şerîda Xazeyê zen anî ser hêzên ewlehiyê bi sernavê "du rêveberî, rengê yekkirinê, sifir muxalefet e" hate weşandin.
Di raporê de tê gotin, rapor encama lêpirsîna du salan e û bi rengekî kêfî 86 bûyerên girtinê û tehdeyê çêbûne.
Alîkarê midûr ê maseya Rojhilata Navîn ê HRW'ê Erîc Goldsteîn diyar kir, tundiya psîkolojîk û fizîkî ya hêzên ewlehiyê bûye rêgezek û got, "Tiştên ku dibin ne derî eded in, sîstematîk in."
HRW'ê her wiha got, gelek hemwelatî ji ber parvekirinên Facebookê bi kêfî têne girtin.