HRW’ê, ragihand ku rayedarên Îranê ji bo ku parêzvana mafê mirovan a xwediyê xelata Nobelê ya Aştiyê Nêrgîs Muhammedî, dev ji têkoşîna xwe ya maf berde zext lê kirine û gefa girtinê lê xwarin e. HRW’ê, bang li rayedaran kir ku Muhammedî û hemû çalakvanên mafên mirovan ên bi awayekî keyfî girtine serbest berdin.
Nergîs Muhammedî ji ber xebatên xwe yên mafên mirovan 13 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştî ku cezayê wê 21 roj hat taloqkirin, di 4’ê Kanûna 2024’an de bi awayekî demkî hat berdan. Lê belê Nergîs Muhammedî ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tê dermankirin, bi rîska ku careke din bê girtin re rû bi rû ye.
Rayedarê HRW’ê Federîco Borello, diyar kir ku Nergîs Muhammedî serbestberdana xwe ya demkî ji bo berdewamkirina çalakiya xwe bikar aniye û got, “Gefa rayedarên Îranê ya dubare girtina wê nîşan dide ku li hemberî muxalefetê polîtîkayeke çawa dijwar dimeşîne.”
HRW’ê, destnîşan kir ku rayedarên Îranê ev demeke dirêje, nahêle bi taybetî girtiyên siyasî ku bi awayekî keyfî tên ragirtin, ji aliyê lênihêrîna bijîşkî ve sûdê bigirin. HRW’ê, diyar kir ku girtiyên siyasî yên Kurd Zeynep Celaliyan, Werîşe Mûradî û girtiyên din jî bi heman awayî ji dermankirinê bê par tên hiştin.
HRW’ê, da xuyakirin ku li gorî pîvanên Neteweyên Yekbûyî divê girtiyên nexweş bo nexweşxaneyên pispor bên veguhestin û got ku pêkanînên li Îranê wekî êşkence û muameleya xerab li dijî hiqûqa navneteweyî dertê pêş.
Borello, destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî li hemberî van binpêkirinên li Îranê bikevin nava tevgerê û got, "Ev polîtîka dikare ji bo girtiyan bibe sedema mirinan."