Hîzbulahê êrîşa bi dehan roketan a li hember Îsraîlê li xwe girt

Tevgera Şîa ya Libnanî Hizbulah, ragihandin ku li dijî êrîşên hewayî ya Îsraîlê yên li ser herêma başûrê Libnanê, bi çalakiyek bersivdayînê re bi dehan roket avêtine herêma Golanê ya sala 1967’an hetanî niha di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye.

Hîzbulahê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: “ Wek bersivdayîna êrîşên hewayî yên Îsraîlê, nêzikî kozikên hêzên Îsraîla dagirker ya di çewlikên Şebae yên Berxwedanên Îslamî dimînin, bombarduman kirine.

Li piştî vê êrîşê, artêşa Îsraîlê carek din êrîşa hewayî pêk anî.

Di daxuyaniya ku artêşa Îsraîlê kirî de ev hate diyar kirin: “Wan çavkaniya roketavêjê kirine hedef.”

Li gorî artêşa Îsraîlê pêşiya gelek roketan hatiye girtin.

Îsraîlê piştî bi salan cara ewilî ye êrîşên xwe yên hewayî yên li ser Libnanê hatine kirin, li xwe girt. Di daxuyaniya xwe ya 5’ê Tebaxê de gotibû: “Piştî êrîşên roketan, êrîşên hewa ya li dijî Hîzbulahê pêk hatiye.”