Hikûmeta Kolombiya û delegeyên tevgera gerîla ya herî mezin a li welêt a ELN’ê, qebûl kirin ku li hev rûniştine. Şandeyan 13’ê Çile roja Înê li paytexta Ekvadorê li bakurê Qutîo, li devereke xef li hev rûniştin, bêyî ku ji çapemeniyê re vekirî be. Lê gelek nûçegihan, ji hêla komên medyayê ve ku girêdawî wan dixebitin, ber bi bajarê Ibarra ve hatin şandin ku 115 km li bakurê Quîto dimîne.
Ev pêvajoya diyalogê, piştî peymana aştiyê ya bi FARC’ê re dest pê kir, ku FARC mezintirîn tevgera gerîla ya li bajêr e. Piştî şerê 52 salan li hev hatibûn. ELN îro weke tekane tevgera gerîla a çalak tê zanîn. ELN jî weke FARC’ê 1964’an ji raperîna gundiyan ava bûbû û nêzî 1500 gerîlayên wê hene.
Hikûmet û tevgera gerîla ELN ji Çileya 2014’an ve bi dizî hev didîtin û pêvajoya danûstandinên fermî amade dikirin. Pêvajoya danûstaninê ya ku dihate plankirin 27’ê Cotmehê li Ekvadorê bihata destpêkirin, bi carekê re hatibû betalkirin.
Hikûmeta Kolombiya ji bo ku derbasî hevdîtinên aştiyê bibe, dixwaze ku wekîlê berê Odîn Sanchez ku ji Nîsanê ve di destê ELN’ê de ye, serbest were berdan. ELN jî di ber vê daxwazê de, dixwaze du gerîla serbest werin berdan. Di hevdîtinên Ekvadorê de ev mijar jî wê were guftûgokirin.
Heke biryar were dayin ku danûstandin bi fermî dest pê bikin, li Ekvadorê wê hevdîtinên pêşî dest pê bikin. Hevdîtinên din jî, ku tevlî danûstandinan bibin, wê li Brezîlya, Kuba, Şilî, Norwêş û Venezuella werin kirin.
Li Kolombiyayê ji 1960’i ve nêzî 30 tevgerên gerîla ên çepgir, rastgirên radîkal ên paramîlîter hene û bi hêzên dewletê re şer dikirin. Di vî şerî de heta niha 260 hezar mirov mirin, 60 hezar kes nebedî bûn, 6.9 milyon kes jî neçarî koçkirinê bûn.