Hejmara mirovên li Endonezyayê mirin bû 2.256 kes

Ajansa Afetê ya Neteweyî ya Endonezyayê (BNPB) ragihand, ji ber erdhej û tsûnamiya ku 28'ê Îlonê rû da, 2 hezar û 256 kes mirine.

Li gorî daxuyaniya Ajansa Afetê ya Neteweyî ya Endonezyayê, karê lêgerîn û rizgarkirinê yê li herêmê roja 12'ê Cotmehê qediya ye, lê di dema rakirina xirbeyên xaniyan de cenaze hatine dîtin.

Hate ragihandin ku heta niha 223 hezar û 751 kesên li herêmê ji neçarî cih guhertine û hejmara mirovên piştî erdhej û tsûnamiyê winda bûne, 1.309 kes e.

Li herêmê ku karê fermî yê lêgerîn û rizgarkirinê qediya ye, bi destûra rayedaran dildar û xizmên windayan karê lêgerînê dikin. Dema rewşa lezgîn a ji bo herêmê hatibû ragihandin, heta 26'ê Cotmehê hate dirêjkirin.

Tevî ku hejmareke zelal nayê dayin, tê texmînkirin ku bi hezaran kes di binê xirbeyan de ne.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a DYA'yê (USGS) diyar kiribû ku roja 28'ê Îlonê li Girava Sûlawesî ya li bakurê Endonezyyaê, bi 27 kîlometreyan li bakurê Kendava Palûyê bi şîdeta 7.5 pileyî erd hejiya ye. Hatibû ragihandin ku piştî erdhejê pêlên deryayê yên bi 3 heta 6 metreyî bilind li bajarên Dongala û Palû xistin.