Haddad: Ji bo têkçûna faşîzmê heta dawiyê em ê têbikoşin

Namzetê seroktiyê yê Brezilyayê Fernando Haddad got, li dijî faşzîmê ya ku namzetê rastgir Jaîr Bolsonaro nûnertiya wê dike 'heta dawiyê' wê têbikoşe.

Namzetê Partiya Karker (PT) Fernando Haddad ku di tûra pêşî ya hilbijartinê de 29 ji 100'î deng standibû, Yekşemê di tûra duyan a hilbijartinê de bi Jaîr Bolsonaro re, ku 47 ji 100'î yê dengan standibû û bi gotinên xwe yên alîgiriya dîktatoriyê tê zanîn wê were pêşberî hev.

Ankêt hê jî nîşan didin ku Bolsonaro wê bi ser bikeve, her wiha namzetê çepgir Haddad jî xebatên 'astengkirina faşîzmê' didomîne.

HIŞYARIYA ÇEKDARBÛNÊ Û DARBEYA LI VENEZUELAYÊ

Haddad ê ku li Rîo de Janeîro daxuyaniya çapemeniyê dayî got heke Bolsonaro bi ser bikeve wê faşîzm were Brezîlyayê. Haddad diyar kir ji bo astegkirina bicihbûna faşîzmê wê 'heta dawiyê' têbikoşe, bang kir ku Bolsonaro ku pesnê dîktatoriya salên 1964-1985'an dide, were astengkirin.

Haddad diyar kir ku Bolsonaro bi ser bikeve li Başûrê Amerîkayê wê pêşbaziya çekdarbûnê dest pê bike, Bolsonar bi DYA'yê re wê hevkarpyê bike û hewl bide ku Serokkomarê Venezuelayê Nîcolas Maduro hilweşîne.

'HÊZÊN DEMOKRAT DIKARIN PÊŞÎ LI FAŞÎZMÊ BIGIRIN'

Haddad got hêzên demokrasiyê ew hiştine tûra duyan, hêzên demokrasiyê dikarin pêşî li bicihbûna faşîzmê bigirin.

Haddad ku şaredarê Sao Paulo ye, 2003-2011'an piştî ku serokdewlet Lua da Sîlva ew kire girtîgehê ku namzetiya wî hate astengkriin ji Partiya Karker namzet hatibû nîşandan. Haddad ku di tûra pêşî de 29 ji 100'î yêdengan standibû.