Gelê Macarîstanê li dijî qanûna koletiyê daket qadan

Li dijî reforma Qanûna Kar, ku hikumeta Orhan dixwaze bi sed hezaran karkerî mehkûmî koledariya karsazan bike, bi hezaran kes daketin qadan.

Serokwezîr Vîktor Orban û hikumeta wî ku ji sala 2010'an û vir ve welêt bi polîtîkayên rastgir-populîst bi rê ve dibe û zextê li beşên cuda yên civakê dike, qanûneke nû ku karkeran dike kole, xiste meriyetê. Li gorî qanûna nû, karsaz wê karibin bi salan maeşên karkeran nedin.

Li dijî qanûnê, zêdeyî deh hezar kes bi dirûşma "Em naxwazin bibin kole" li paytext Bûdapeşteyê daketin qadan û xwestin qanûna koledariyê bê betalkirin. Di çalakiyê de ku bi banga partiyên mûxalefetê û sendîkayan pêk hat, li dijî Fîdeszê ku partiya hikumetê ye dirûşm hatin qîrîn.

Hikumeta Vîktor Orban, Qanûna Nû ya Xebatê beriya Noelê xiste meriyetê. Qanûn derfetê dide karsaziyan ku xebatkaran mîna koleyan bixebitînin. Li gorî vê yekê, wê ji karkeran karibe bê xstin ku salane 400 saetî zêde bixebitin. Her wiha derfet tê dayin ku şîrket karibin heta 3 salan dayina maeşên karkeran taloq bikin.