Fîlmê destpêkê yê li Macaristanê hate kişandin dîjîtal dibe

Fîlmê destpêkê ku sala 1896'an li Macaristanê hate kişandin, li paytext Bûdapeşteyê dikin dîjîtal.

Fîlm sala 1896'an ji aliyê şîrketa birayên Lumiere ve hate kişandin ku ji bo pêşvebirina sektora sînemayê gelekî hewl dabû. Negatîfên orjînal ên fîlm li Fransayê bûn.

Dîrektorê Enstutiya Fîlm a Macaristanê Gyögy Ráduly got, "Piştî 125 salan negatîfên orjînal ên fîlm yekemcar tên Macaristanê. Fîlm bi amûrên birayên Lumiere hatiye kişandin. Kolan û qadên tûrîstîk ên Bûdapeşteyê hatine kişandin."

Fîlm wê bi amûrekê bê dîjîtalkirin ku nirxê vê amûrê derdora milyonek Euro ye. Fîlm wê yekemcar bi kalîteyeke bilind bê temaşekirin. Berê kopyayeke gelekî nebaş dihate temaşekirin.

Berpirsyarê koleksiyonê Márton Kurutz got, "Divê neyê jibîrkirin ku fîlm berê li fûaran dihate nîşandan. Ji bo projeksiyona fîlm, polîsan destûra kar didan mirovan ji bo fûaran. Kon dihatin vedan û fîlm dihatin nîşandan. Li kêleka cihê ku fîlm lê dihate nîşandan standek hebû."

Negatîfên fîlm piştî ku hatin dîjîtalkirin wê li Fransayê bêne vegerandin.