Filîstîniyek li Şerîa Rojava hate kuştin

Hate ragihandin, Filîstîniyek li Şerîa Rojava ji ber guleyên leşkerên Îsraîlê miriye.

Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê diyar kir, Mûhammed Bişarat ê 21 salî li herêma Tammûnê ku li bakurê rojhilat ê Nablûzê ye, ji ber guleya li sînga wî ket, miriye.

Berdevkekî artêşa Îsraîlê ragihand ku ew nikarin mirina Filîstîniyekî piştrast bikin, lê belê li herêmê di dema operasyonê de şer derketiye.

Li gorî artêşa Îsraîlê bi qasî 50 Fîlîstîniyan kevir û madeyên şewatê avêtine leşkeran. Hate gotin, leşkeran jî bi fîşekên birra bersiv dane.

Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê diyar kir ku 3 Fîlîstînî bi fîşekên rastî, 3 jî bi fîşekên plastîk birîndar bûne.

Şerîa Rojava zêdeyî 50 sal in ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin. Aloziya li herêmê hefteyên dawî giran bû.

7'ê Cotmehê li herêmeke pîşesaziyê ya li qiraxa koloniyên Îsraîlê 2 Îsraîlî hatibûn kuştin. Hêzên Îsraîlê hîn jî li kesê êrîş kiriye digere. Tê gotin, kesê lê tê gerîn Filîstîniyekî 23 salî ye.

Li Hebronê ku li başûrê Şerîa Rojava ye, roja Duşemê Filîstîniyekî bi kêrê Îsraîliyek bi sivikî birîndar kiribû û piştre Filîstînî hatibû kuştin.

12'ê Cotmehê jî Filîstîniyek li başûrê Nablûzê dema bi wesayita xwe di rê de bû, bi kevirên ji koloniyên Îsraîlê hatin avêtin, hatibû kuştin.