Fikarên li ser daxuyaniya Trûmp a derbarê INF'ê zêde dibin

Rûsyayê bersiveke tund dabû daxuyaniya Serokê DYA'yê Donald Trûmp a ji bo vekişîna DYA ya ji peymana nukleerê. Trûmp jî bi heman rengî bersiv da Rûsyayê.

Serokê DYA'yê Donald Trûmp îdîa kiribû ku Rûsyayê fuzeyên nû çêkiriye, ceribandiye û ev yek li dijî pakta Peymana Hêza Nukleerî ya bi Menzîla Navîn (INF) ye ku sala 1987'an hatibû îmzekirin. Peymana INF'ê di dema Yekîtiya Sowyetan de hatibû îmzekirin. Li gorî vê peymanê, qedexe ye ku her du welat fuzeyên bi menzîla 500 heta 5 hezar kîlometreyî hilberînin, biceribînin û bixin depoyê. Trûmp gef xwaribû ku wê xwe ji vê peymanê vekişîne.

NERAZÎBÛNA RÛSYAYÊ

Li hemberî daxuyaniya Trûmp ji Qesra Kremlînê daxuyaniyek hatibû dayin û hatibû gotin, eger DYA fuzeyan çêbike wê bersivê bidin.

Berdevkê Kremlînê Dmîtry Peskov diyar kiribû ku eger Trûmp bi ya xwe bike wê ev yek bibe 'hewldaneke stratejîk' û Rûsya wê bersiva vê bide.

Peskov hişyarî dabû, ev yek di serî de Amerîka wê ji bo ewlekariya tevahiya cîhanê bibe rewşeke nebaş.

Donald Trûmp daxuyaniyeke din da ku rê li ber nerazîbûna Rûsyayê veke. Trûmp ji rojnamevanan re axivî, gotin anî ser Çîn û Rûsyayê û got, 'heta ku aqlê hinekan bê serê wan' wê welatê wan karê xwe yê biçekbûnê bidomîne.

KÊ NERAZÎBÛNEKE ÇAWA NÎŞAN DA?

Gelek welatan nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trûmp dan.

Çîn ku yek ji du welatên ji aliyê Trûmp ve hate sûcdarkirin e, hişyarî da û got, "DYA berî ku xwe ji peymanê vekişîne divê bi du caran lê bifirke." Di daxuyaniyê de hate ragihandin, vekişîna bi yekalî wê rê li ber pirsgirêkên mezin veke.

Lîderê SSCB a berê Mîhaîl Gorbaçov ku sala 1987'an peyman bi Serokê wê wextê yê DYA'yê Ronald Reagen re îmze kir, ji bo daxuyaniyên Trûmp got, 'dûrî ji kemalbûnê ye'. Gorbaçov hişyarî da ku biryareke bi vî rengî ya Trûmp wê peymana ku ji aliyê DYA û SSCB ve bi zor û zehmetiyên mezin hate amadekirin, bixe nava rewşeke metirsîdar.

Yekîtiya Ewropayê jî ragihand ku ev peyman hem ji bo Yekîtiya Ewropayê, hem jî ji bo ewlekariya cîhanê 'jiyanî' ye. Komîsera Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya ji Karên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê Berpirsyar Federîca Mogherînî destnîşan kir, ku Pakta INF'ê yek ji xalên bingehîn ên konsepta ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê ye.

Hikumeta Elman jî nerazîbûn nîşanî gotinên Serokê DYA'yê da. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku mijar di nava NATO'yê de were nirxandin û hate gotin, INF ji bo kontrolkirina biçekbûnê girîng e.

Serokê Fransayê Emmanûel Macron jî bi rêya telefonê bi Donald Trûmp re axivî û fikarên xwe jê re got. Li gorî daxuyaniya Qesra Elysêe, Macron qala 'girîngiya peymanê' kiriye.