Elmanyayê îxracata çekan a bihayê 22,5 milyar euroyî pejirand

Hikûmeta Elman ji sala 2017'an û wir ve îxracata sinayiya berevaniyê ya bihayê 22,5 milyar euroyî pejirand.

Wezareta Aboriya Federal bersiv da pirsnameya Wekîla federal a Partiya Çepgir Sevîm Dagdelen û diyar kir hikûmetê di serdema dawî ya yasadanînê de îxracata sinayiya berevaniyê ya bihayê 22,5 milyar euroyî pejirandiye.

Elmanya herî pirx îxraca sinayî li du welatên NATO'yê Macarîstan (2,66 milyar euro) û DYE'yê (2,36 milyar euro) kiriye.

Di nav wan welatan de ku çek îxracî wê kirin Cezayir (2 milyar euro) û Katar (720 milyon dolar) balê dikişînin.

Elmanyayê sala 2019'an bi qasî 8,2 milyar euroyî çek îxrac kiribû rekor şandibû.