Elmanya û Hollanda wê penaberên ji Efganistanê dersînor neke

Elmanya û Hollandayê diyar kir ku ji ber şerê li Efganistanê wê penaberên ji Efganistanê dersînor neke.

Ligel ku hikumeta Kabîlê banga sekinandina dersînorkirinan kiribû, hefteya borî Belçîka, Danîmarka, Yewnanistan, Evûstûrya, Elmanya û Hollandayê ji Komîsyona Ewropayê xwestibû ku bila dersînorkirina penaberên ji Elmanyayê bidomîne.

Berdevkê Wezareta Karê Navxweyî ya Elmanyayê Steve Alter li ser twîtterê daxuyanî da û diyar kir ji ber rewşa li Efganistanê guheriye, ew ê dersînorkirinan bidin sekinandin.

Ji sala 2016’an û vir ve bi qasî hezar penaberên Efgan hatibûn dersînorkirin.

Wezîrê Edalet û Ewlekariyê yê Hollandayê Ankîe Broekers-Knol jî diyar kir ku wan biryara dersînorkirinê dane sekinandin. Broekers diyar kir ku di şeş mehên dawîn de tu Efgan bi darê zorê nehatine dersînorkirin.

Hikumeta Kabîlê di meha Tîrmehê de bang li welatên Ewropayê kiribû ku bila heta sê mehan tu kesî dersînor nekin. Swêd û Fînlandiyayê piştî vê bangê dersînorkirin dabûn sekinandin.

Li saziya îstatîstîkê ya NY di sala 2020’an de 416 hezar serlêdanên îltîcayê hatine kirin û 44 serlêdan ji aliyê Efganan hatiye kirin.

Ji serê sala 2021’an heta niha 1200 kes ji welatên Ewropayê şandine Efganistanê.