Efganistan di dîroka xwe ya herî bi xwîn de ye

Nûnerê NY ê Efganistanê ji bo rewşa li welat diyar kir ku di dîrok de rojên ‘herî bi xwîn û mirin’ dijî.

Nûner taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo rewşa Efganistanê ‘herî bi xwîn û mirin’ pênase kir.

Nûner destnîşan kir ku di êrîşên meha borî ya Talîbanan lidar xistin de, hezar sivîl hatine kuştin û got: “Aliyek ku di muzakereyê de cih girtin û kuştina ewqasî mirovan, wê pêvajoya peymanê bixe tengasiyê.”

Talîbanan duh berpirsê peywendiyan ê hikûmetê kuştin. Talîban herêmên sînorên welet bi domdar dixin kontrola xwe.

Sala borî di navbera hikûmeta Efgan û Talîbanan li paytexta Qetar Dahoyê hevdîtinên ‘aştiyê’ destpêkiribûn, lê negihiştibûn encamekê.