DYE'yê çareseriya 'bi du dewletan' a li Qibrisê red kir

Wezareta Karên Derve ya DYE'yê, çareseriya 'du dewletan' a ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di serdana Qibrisê de ferz dikir, red kir.

Ji payebilindên Wezareta Karên Derve ya DYE'yê Victoria Nuland diyar kir ku DYE çareseriya bi du dewletan a li Qibrisê red dike.

Dema ku li parlamentê ji Nuland hate pirsîn ku DYE çareseriya bi du dewletan red dike yan na, Nuland got, "Belê, teqez red dike."

Nuland got, "Em di wê baweriyê de ne ku tenê bi lîderiya Qibrisê, pêvajoyeke bi du herêm û du civakan wê aştî û aramiyê bîne Qibrisê."

Erdogan roja Sêşemê serdana bakurê Qibrisê kiribû ku ji sala 1974'an û vir ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Erdogan di vê serdanê de îdîa kiribû ku heta nebe du dewlet wê danûstandin bi pêş ve neçe. Erdogan her wiha gotibû, wê pêvajoya jinûve vekirina bajarê Varoşa (Maraş) dewam bikin ku zêdeyî 40 sal e bajar girtî ye, kes lê nîne.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken êvara Sêşemê daxuyaniyek dabû, jinûve vekirina Varoşa şermezar kiribû û gotibû, "Provokasyon nayê qebûlkirin" û nêzîkatiyeke wiha "Li dijî sozên hatine dayine."

Blinken li ser Twitterê daxuyaniyek da û anî ziman ku ew bi Serokkomarê Qibrisê re axiviye û got, "Ji bo Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bersiveke misoger bide, em zextê dikin."

Victoria Nuland jî diyar kir ku ew bi rayedarên Tirk hevdîtinê dikin ji bo ji biryara xwe ya têkildarî Varoşa vegerin.