DYE piştrast kir ku ew bi Talîbanê re dicivin

Tevgera Talîbanê ya li Efganistanê roja Duşemê diyar kir ku ew bi rayedarên Emerîkayê re dicivin. Rêveberiya Washîngtonê hevdîtin piştrast kir.

Tevgera Talîbanê eşkere kir ku li Katarê ew bi nûnerên Emerîkayê re civiyane. Li Katarê nûneriya taybet a Talîbanê heye. Bi vê hevdîtinê re hewl tê dayîn ku şerê li Efganistanê were bidawîkirin.

Rêveberiya DYE’yê heta niha nedixwest hevdîtinan piştrast bike lê roja Sêşemê hevdîtin piştrast kir. Hate ragihandin ku hevdîtin di navber nûnerê aştiyê yê DYE’yê Zalmey Halîlzad û di navbera nûnerên Talîbanê de pêk hatiye.

Berdevkekî Wezareta Karên Derve yê DYE’yê ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku li Dohayê hevdîtin pêk hatiye. Di daxuyaniya roja Sêşemê de hate diyarkirin ku hevdîtin ew ê herî kêm 2 rojan bidome.

Zalmay Halîlzad beriya ku biçe Dohayê, çûbû Pakistanê. Zalmay bi heman mebestê li Hindistan, Çîn û Efganistanê jî çûbû serdanan. Zalmay herî dawîn di dawiya sala 2018’an de bi Talîbanê re li Abû Dabiyê civiyabû.

Serokwezîrê Pakistanê Îmran Han jî roja Duşem û Sêşemê li Dohayê bû.

Talîbanê çend dem berê gef xwaribû ew ê hevdîtinên bi DYE’yê re bidin sekinandin. Lê DYE dixwaze hikumeta Efganistanê jî tevlî van hevdîtinan bibe. Lê Talîban diyar dike ku hikumeta Efganistanê ‘kûklayeke’ Washîngtonê ye.

Tûra Zalmay Halîlzad a li herêmê piştî biryara vekişandina 7 hezar leşkerên DYE’yê yên li Efganistanê pêk hatibû