DYE, Îngilistan û Awûstûralyayê li dijî Çînê tifaqa leşkerî danîn

DYE û Îngilistanê bi Awûstûralya re tifaqeke sêalî danîn, ku bi rêya vê yekê wê Awûstralya cara pêşî bibe xwedî keştiyên bin avî yên bi enerjiya nukleerî. Ev hewldan weke bersiveke li dijî pêngava berfirebûna Çînê ya li Deryaya Başûr a Çînê tê dîtin.

DYE, Îngilistan û Awûstralyayê hevkariya ewlehiyê datînin ku armanc dike bi Çînê re hevrû bibin û her wiha destekê dide ku Awûstûralya bikaribe keştiyên bin deryayî yên bi enerjiya nukller dixebitin, ava bike.

Helkefta bi navê Aukus ji hêla Serokê DYE'yê Joe Bîden û Serokwezîrên Îngilistan û Awûstûralya Borîs Johnson û Scott Morrîsson bi vîdeo konferansê hate ragihandin.

Morrîson got ekîbên ji sê dewletan ji bo montaja fîloya keştiya bin avî yên nukleer yên Awûstralyayê ku wê li Adelaîdeyê werin avakirin ji bo 18 mehan plansaziyeke hevpar hatiye danîn.

Proje wê Awûstûralyayê bike welatê heftan ku xwedî keştiyên bin deryayî ku bi reaktorên nukleer dixebitin.

Sê serokan jî behsa Çînê nekirin lê bi rengekî ku guman jê neyê kirin heleft weke bersivekê li dijî pêngava berfirebûnê ya Çînê ya li Deryaya Başûrê Çînê û şerê dijî Taywanê tê dîtin.

Johnson ê ku li Londrayê axivî, diyar kir, sê dewlet ''hevalbendên hev ên sirûştî'' ne, hevalbendiya wna, ''wê hevkariya nû ya berevaniyê û îstîhdam û destfirehiyê bîne.''