DMME 3128 caran Tirkiye mehkûm kiriye!

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 3128 caran Tirkiye mehkûm kiriye.

Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Gûîdo Raîmondî vê Pêncşemê civîneke çapemeniyê li dar xist û bîlançoya sala 2018’an nirxand.

Raîmondî diyar kir ku Tirkiye di saleke dawîn de di 140 dozan de mehkûm bûye. Raîmondî bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiyeyê ji roja ku peyman qebûl kiriye jî di 3128 dozan de mehkûm bûye. Rûsya 2365, Îtalya 1830, Romanya 1273, Fransa 736 û Elmanya jî 195 caran mehkûm bûne.

JI TIRKIYEYÊ 7100 DOZÊN NÛ

Raîmondî diyar kir ku ji Tirkiyeyê 7100 doz hatine û ev doz li benda darizandinê ne. Raîmondî diyar kir ku ji Rûsyayê 11750, ji Îtalyayê 4050, ji Ûkraynayê 7250 û ji Romanyayê jî 8500 dozên nû hatine.