Di teqîna li Elmanyayê de 1 mir, 4 winda 16 jî birîndar in

Di teqîna li tesîsa kîmyewî ya li Leverkûsen a dikeve rojavayê Elmanyayê pêk hat de, kesek mir, 4 jî winda bûne.

Li fabrîqeyek kîmyewî ya li Keverkûsen a dikeve rojavayê welat ji ber sedemek nayê zanîn teqînek pêk hat.

Li qada teqîn lê pêk hat dû bilind bûn, bang li xwecihiyên herêmê hatin kirin ku derî û şibakeyên xwe bigirin.

Şirketa Cûrrenta daxuyaniyek da û got: “Ev qezaya tirajî û mirina xebatkarê me em ji dil xemgîn kirin.”

Şaxa Cûrrenta ya yek ji kîmyaya bayer a mezin e got: “Welatiyên Leverkûsen bikevin odayên girtî, kilîmayan bigirin, ji ber ewlehiyê derî û şibakeryên xwe bigirin.”

Parka şirketa kîmyesalê li ser hesabê Twîtterê peyamek belav kir û got: “Li Chempark Leverkûsenê ji ber sedemek hê nayê zanîn teqînek pêk hatiye.” agahiya ku 5 kes jî winda ne parve kir.

Chempark Leverkûsen di vê sektorê de yek ji tesîsên herî mezin a Ewropayê ye.

Tîmên agirkujiyê mudaxeleyî şewatê dikin, ji bo ev bûyer weke pêkanîna hişyariyeke karesatî ya netewî bê kin, ji aliyê Nîna ve xiste di nava kategoriya ‘xeteriya zêde’ de.