Di navbera Sûriye û Îranê de peymaneke nû hat îmzekirin
Serokwezîrê Sûriyeyê Îmad Xemîs li Tehranê bi Alîkarê Serokdewlet Îshaq Cîhangîr re rûnişt.
Serokwezîrê Sûriyeyê Îmad Xemîs li Tehranê bi Alîkarê Serokdewlet Îshaq Cîhangîr re rûnişt.
Serokwezîrê Sûriyeyê Îmad Xemîs ê Tehran ziyaret kir, bi Alîkarê Serokdewletê Îranê Îshaq Cîhangîr re rûnişt.
Di encama hevdîtinê de, di mijarên aboriyê de 5 belgeyên cuda di navbera her du welatan de hatin îmzekirin. Tê gotin, Sûriyeyê rêvebirina 5 projeyên navborî radestî Îranê kiriye. Li gorî peymanê, erdê çandiniyê yê ji 5 hezar hektarî, Madena Fosfat a El Şerqiye û erdê ji 100 hezar hektarî ji bo avakirina termînala petrol û gazê radestî Îranê werin kirin. Di heman demê de wê belgeya destûrê ya operatora GSM'ê û projeya Besîcîtiyê dewrî Îranê bê kirin.
Ajansa nûçeyan a Fars piştrast kir, ku Sûriye û Îranê 5 belgeyên hevkariyê îmze kirine.