Di êrişên Îsraîlê de heta niha 547 kes li Lubnanê hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji 8'ê Cotmehê û vir ve li başûrê Lubnanê di şerê navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de heta niha 547 kes hatine kuştin.

Piştî ku şerê li Xezeyê destpê kir bi rojekê, di 8'ê Cotmeha 2023'an de li ser sînorê başûrê Lubnanê û bakurê Îsraîlê şer destpê kir û heta niha dewam dike. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê li ser mijarê raporek weşand.

Li gorî van hejmaran ku di çarçoveya agahiyên ji nexweşxaneyan ên heta 13'ê Tebaxê hatina madekirin, di êrişên Îsraîlê de 2.312 kes mirin û birîndar bûn. Hate ragihandin ku ji wan 547 kes mirin, ji birîndaran 641 kes jî rakirin nexweşxaneyan.

Wezaretê diyar kir ku ji mirî û birîndaran ji sedî 84 mêr û ji sedî 93 welatiyên Lubnanê, ji sedî 54 jî di navbera 25 û 44 salî de bûn.

Wezaretê her wiha bal kişand ser hejmarên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) û diyar kir ku ji 8'ê Cotmehê û vir ve li herêma sînor 102 hezar û 523 kes ji cih û warê xwe bûne.

Li gorî rojnameya L'Orient-Le Jour a Lubnanî heta niha 409 şervanên Hîzbûllahê hatin kuştin.